Corona vîrus ji Îtalyayê belavî Ewrûpayê dibe

Corona vîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî cîhanî bûbû sedem ku heta îro zêdetirî 3 hezar kes canê xwe ji dest bibin ku piştî Çînê mirinên herî zêde li Îtalyayê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îtalyayê hejmara kesên ku ji ber corona vîrusê mirin derket 197an.Li Îspanya û Fransayê jî hejmara mirîyan zêde dibe.

Midûrê Parastina Sîwîl ê Îtalyayê  Angelo Borrellî  derheqê corona vîrusê de agahîyên dawî parve kir.

Borrellî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir heta niha 4 hezar û 636 kes bi coronavîrusê ketin û di van rojên dawî de 49 kesên din ji ber corona vîrusê mirin û van mirinên dawî hejmara mirîya derket 197an.

Heta îro ji ber coronavîrusê li Îspanyayê 6 kes, li Fransayê 9 kes  mirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Karûbarên Hiqûqê yên HUDA PARê bertek nîşanî îadekirina Ozbekiyên ku rahîbên sîyonîst kuştin bo Îmaratê
Li Mereşê di mezinahîya 4,1an de erdhejek çêbû
Wesayît gêrê şerempolê bû: Mirîyek, 2 birîndar
HUDA PAR: Kengî meseleya Kurdan were rojevê PKKê nehiştîyê ku ev mesele bê axavtin
Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da