Danişîna duyemîn a doza qetilkirina Narîn Guran a 8 salî ya ku cenazeyê wê di 21ê Tebaxê de li navçeya Rezan a Dîyarbekirê li Çemê Egertutmazê hat windakirin li 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîyarbekirê dest pê kir.
Dayika Yuksel Guran, birayê Enes Guran, apê Salim Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar ên di çarçoveya dozê de girtî ne, bi îddîaya "Bi qestî kuştina zarokê" tên darizandin. (ÎLKHA)