Demîr diyar kir ku ew ji bona ku dersên bijarte yê “Kurmancî û Zazakî” bên tercîhkirin kampanyayekî dane destpêkirin.
Demîr derheqê meseleyê de weha got:
“Ev kampanyaya me ya ku digel xebatên tehkîrkirina derdorên malum ên ku ji neçaresertîyê pirsgirêkan xwedî dibin dabû destpêkirin, ji teref Kurdan ve bi kêfxweşî û teqdîrekî mezin hat pêşwazîkirin. Armanca kampanyaya me; hînkirina Kurmancî û Zazakîya me ya ku ji tunekirinê hatibû terkkirin, di warê vejînkirin û hişyarkirina civakê de cudahîyekî ye. Bi tevî vêya me armanc dikir ku bila pêşîya tunebûna çand, kevneşopî û nirxên civakê bê girtin. Bila wan kesên ku bi çavnebarîyê li kampanyaya me dinhêrin û bi sedemên beredayî li hember derdikevin û li hember partîya me hezeyanan dikin baş zanibin ku; tu alîyekî qebûlkirina redkirin û înkarkirina statû û rewşa fermî ya zimanê Kurdî ku zimanekî bi milyonan însan bê diaxivin e tineye. Rewşa ev dersê ku wek ‘Bijarte’ ye tiştekî sembolîk e lê tu alîyekî heqîyê ya nenirxandina vê meseleyê jî tineye.”
Demîr di berdewama axavtina xwe de weha destnîşan kir, “Em dixwazin ku hem ziman û hem jî çand bê jîyankirin û hem jî bila ji mamosteyên me yên Kurdî re beşa îstîhdamê bê vekirin.” Dûre Demîr axavtina xwe weha dawî kir:
“Dibêjin xwendekarên ku dersên Kurdî dibijêrin tinene ji ber vê yekê mamosteyên me nayên tayînkirin. Em dixwazin ku wan bijarteyan zêde bikin û ji tayînkirina mamosteyên xwe re beşekî vebikin. Em zêdekirina eleqeyê a ji bo dersên Kurmancî û Zazakî wek wezîfe û mesulîyetekî dibînin. Rewşa me xeyn ji vêya tiştekî nîne, lê sekin û hereketên wan kesên ku zimanê Kurdî û çanda Kurdî ji bona îdeolojîya xwe wek amûrekî îstîsmarê bikardianîtin û bi vê şeklê ji bo îdeolojîya xwe feydeyê didîtin bi rastî jî me pir şaşwaz nake.” (ÎLKHA)