Derheqê avahîyên ku li Dîyarbekirê xera bûn de tehqîqat hat destpêkirin

Serdozgerîya Komare ya Dîyarbekirê, daxuyand li bajêr derheqê avahîyên ku xera bûne de tehqîqat hatine destpêkirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Serdozgerîya Komare ya Dîyarbekirê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku di çarçoveya tehqîqatê de lijneyên zana yên teknîk hatin wezîfedarkirin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Girtina nimuneyan û teybetî li herêmê xebat hatine destpêkirin. Bi sazîyên eleqedar yên derheqê tespîrkirina mirovên ku di çêkirina avahîyan de û di veguhertina avahîyên yên neqanûnnî de jî mesul in de nivîsandin hatine kirin. Rewşên hewce yê derheqê van kesan de tênê nirxandin, hessasîyeta tehqîqatê jî li ber çavan tê girtin û bi vê şeklê bi bifîtozî û bi hemû detayan ev pêvajo tê ajotin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin