Derheqê qezaya madenê de 3 kes hatin girtin

Di çarçoveya tehqîqata ku derheqê qezaya madenê a ku li Bartinê qewimîbû de hatibû destpêkirin de ji şikdarên ku hatibûn binçavkirin 3 kesên wan hatin girtin.

Rayedarên madenê S.A, L.A., û Î.H.M yên ku di çaçroveya tehqîqata ku ji teref Serdozgerîya Komarîya Amasrayê ve hatibû destpêkirin de hatibûn binçavkirin, piştî lêpirsînin ku li dozgerîyê hatin kirin bi daxwazîya girtinê ji dadgerîya nobetdar re hatin sewqkirin.

Dadgerîya nobetdar, qerara girtina 3 şikdaran da.

Xeyn ji van ji şikdaran midurê îdarî S.S.B., endezyarê ceryanê H.O., şefê ewlehîyê F.G., şefê kartîye ya duyemîn Ş.K., şefê amadehîyê S.Y., midurê şubeya mekanîk a elektro M.G., şefê serwîsa ceryanê O.Ö, endezyarê makîneyê Ş.O. û endazyerê makîneyê M.A. ji piştî lêpirsina li dozgerîyê ve hatin berdan.

Di kana madena ku li navçeya Amasraya Bartinê de di 14ê Cotmehê roja Înê seat 18.15an de teqînek pêk hatibû û di encama wê teqînê de jî 41 karker canê xwe ji dest dabûn, 11 karker jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye