Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 109 kesên din jî canê xwe ji dest dan

Li Tirkîyê ji ber Coronavîrusê di 24 seatên dawî de 109 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 2 hezar û 600 kesan.

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 109 kesên din jî ji ber şobê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 2 hezar û 600 kesî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di encama testên ku hatin kirin de bi 3 hezar û 112 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û bi başbûna 3 hezar û 246 kesên din hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn û baş bûn jî derket 21 hezar û 737 kesan.

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca jî derbarê mijarê de destnîşan kir,  rêjeya kesên ku îro baş bûn li gorî  rêjeya temamê nexweşên ku heta îro baş bûne ji sedî 15 e.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da
Qerejdax bi berfê spî bû
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 282yan
Li Bûrsayê mînîbûsa karkeran qeza kir: 8 birîndar
Li Koreya Başûr di 100 salên dawî de berfa herî zêde barîya