Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 125 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir, di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 125 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan derket hezar û 643 kesan. Îro 40 ehzar û 427 test hatin kirin û di encama van testan de bi 4 hezar û 802 kesî re vîrus hat tespîtkirin ku bi van hejmarên dawî hejmara kesên pêketî jî derket 74 hezar û 193 kesan. Heta îro 7 hezar û 89 nexweşên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da
Qerejdax bi berfê spî bû
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 282yan
Li Bûrsayê mînîbûsa karkeran qeza kir: 8 birîndar
Li Koreya Başûr di 100 salên dawî de berfa herî zêde barîya