Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 17 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de daxuyanîyek belav kir.

Fahrettîn Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di 24 seatên dawî de 17 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Wezîr Koca di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Di 24 seatên dawî de 40 hezar û 16 test hatin kirin û di encama van testan de bi 927 kesî re vîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 226 hezar û 100kesî. Di 24 seatên dawî de hezar û 10 kes baş bûn û hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn û baş bûn derket 209 hezar û 487 kesî.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bitlis'te 4,3 büyüklüğünde deprem
Hevserokê Şaredarîya Peyasê ya Dîyarbekirê hat binçavkirin
Li Dîyarbekirê berfa ewil a demsalê barîya
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu li Qonyayê bi mixtar û parêzêran re hat cem hev
Li 18 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hat lidarxistin: 54 binçavî