Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 19 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 19 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest danû hejmara mirîyan derket 4681î.

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de 1429 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 182 hezar û 727 kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Di warê rêjeya pêketîyan de li gorî 2 rojên borî ji sedî 25 kêmbûn heye. Hejmara kesên ku rojane baş dibin ji ya kesên ku rojane pêdikevin hindiktir e. Divê em li gorî tevdîran hereket bikin."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da
Qerejdax bi berfê spî bû
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 282yan
Li Bûrsayê mînîbûsa karkeran qeza kir: 8 birîndar
Li Koreya Başûr di 100 salên dawî de berfa herî zêde barîya