Fahrettîn Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di 24 seatên dawî de 45 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 6 hezar û 370î.
Lı gorî daxuyanîya ku Wezîr Koca belav kir; di 24 seatên dawî de zêdetirî 107 hezar test hatin kirin û di encama van testan de bi 1596 kesî re vîrus hat tespîtkirin. Wezîr Koca dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Hejmara waqayên me yên çalak îro 649 kes zêde bû. Hejmata nexweşên me yên ku rewşa wan giran e li ser hezarî ye.”
ÎLKHA