Di çalakiya Mewluda Nebî de ji bo Narîna ku li Diyarbekirê hat qetilkirin Fatîha hat xwendin

Di çalakiya Mevluda Nebî ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Diyarbekirê hat tertîpkirin de ji bo Narîna 8 salî ya ku bi xebera wefata xwe temamê Tirkiyeyê ket yasê Fatîhe hat xwendin.

Êşa Narîn a 8 salî ya ku di 21ê Tebaxê de li Taxa Tavşantepe ya navçeya navendî Baglara Diyarbekirê hat windakirin û 19 roj şûnde cenazeyê wê li ber çem hat dîtin, cihê xwe di wijdanên birîndar de diparêze.

Di çalakiya Mevluda Nebî ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bi minasebeta 1453yemîn salvegera Hezretî Muhammed Sallallahu Aleyhî Vesellem hat lidarxistin de dest ber bi ezmên ve hatin hildan û ji bo Narîn Gûran Fatîha hatin xwendin.

Bernameya ku bi tîlaweta Qur'ana Kerîm li qada Parka Sûmer a navçeya Yenîşehîra navenda Diyarbekirê dest pê kir bi mewlûdê hat xwendin û sitranên hunermendên dengbêj Ozlem Ajans dewam kir.

Piştî axaftina li ser wate û girîngiya rojê ji aliyê Molla Nazim Şîmşek ve dua hat kirin.

Di bernameyê de ji bo Narîn û hemû zarokên wekî wê yên ku li wan mezlûm û hatin qetilkirin dua hat kirin û Fatîhe hat xwendin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Berdevkê HUDA PARê Ramanli beşdarî danişîna "Narîn Gûran" bû
Ji bo bakur hişyarîya berfê hat dayîn
Berdevkê HUDA PARê Emîroglu: Divê îzolekirina tam a rejîma terorîst a sîyonîst bê temînkirin
Danişîna duyemîn a doza qetilkirina Narîn Guran dest pê kir
Di balafira ku li Qazaxistanê ket xwarê de 38 kesan canê xwe ji dest dan