Di doza 6-8ê Cotmehê de qerar hat dayîn

Niştina dawî ya doza 6-8ê Cotmehê îro hat kirin. Di doza ku Hevserokên Berê Yên HDPê Selahaddîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag dihatin darizandin de qerar hat eşkerekirin.

Di doza qetlîama 6-8ê Cotmehê ya ku di sala 2014an de hat kirin de qerar hat dayîn.

Di doza ku Hevserokên Berê Yên HDPê Selahaddîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û her wisa îdarevanên PKKê dihatin darizandin de qerar hat eşkerekirin.

Di doza ku hat li Enqere li Mehkemeya Cezaya Giran A 22yem A Enqereyê dihat dîtin de 108 bersûcên ku di nav wan de 18 kesên girtî, 18 kesên berdayî û 72 kesên fîrarî hebûn hatin darizandin.

Piştî ku serokê mehkemeyê di niştinê de dor da parêzerên bersûcan qerarên dozê eşkere kir.

Di dozê de qerara ku ji 130 rûpelan pêk dihat hat eşkerekirin.

Li gorî qerara mehkemeyê ji Selahaddîn Demîrtaş re 28 sal û 6 meh ji Fîgen Yuksekdag re jî 30 sal û 3 meh û ji Aynur Aşan re jî 9 sal ceza hat dayîn.

Ji Parlementerê Berê Yê HDPê û Şaredarê Mêrdînê Ehmed Turk re ji endamtîya rêxistina terorê ya çekdar 10 sal ceza hat dayîn.

Her wisa ji endamên berên yên MYKyê yên HDPê Alî Urkut re 14 sal û 10 meh, ji Alp Altinors re 22 sal û 6 meh û ji Bulent Barmaksiz re jî 20 sal û 6 meh ceza hat dayîn.

Gulten Kişanak û Ayla Akat Ata jî ji wan kesan bûn ku di dozê de dihatin darizandin. Di encama mahkemeya ku hat kirin de ji parlementerê berê yê HDPê Ayla Akat Ata re ji endamtîya rêxistina terorê 9 sal û 9 meh, ji Emîne Ayna re ji heman sûcê 10 sal û ji Gulten Kişanak û Sabahat Tuncel re jî 12 sal cezaya hepsê hat dayîn.

Parlementerên berê yên HDPê Altan Tan û Ayhan Bîlgen jî berat kirin.

Îdareya HDPê û her wisa PKKê di Cotmeha sala 2014an de bang li xelqê kiribûn da ku dakevin kolanan.

Bi banga ku hat kirin di serî de li Diyarbekir, Stenbol û li 35 bajaran wehşeteke mezin hat kirin.

Li Diyarbekirê, Yasin Börü, Hüseyin Dakak, Cumali Güneş, Hasan Gökgüz, Riyad Güneş, Turan Yavaş li Bîngolê Cengiz Tiryaki û Fethi Yalçin bi şiklekî hovane hatin şehîdkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Dîyarbekirê qezaya trafîkê: 10 jê xwendekar 11 birîndar
Li Xezzeyê ji Weqfa Êtîman alîkarîya betanî û çadira
Li Dîyarbekirê şewat derket: Pitikek 8 mehî canê xwe ji dest da
Li Tunusê keleka koçberan bin av bû: 27 mirî
Li Efyonê du kom bi çekan li hev xistin: 2 mirî, 1 birîndar