Di encama êrîşa sîyonîstan de hejmarê şehîdan derket 5 hezar û 791 kesan

Di encama êrîşa sîyonîstan li Xezzeyê de hejmarê şehîdan derket 5 hezar û 791 kesan. Hejmarê birîndaran jî derket 16 hezar û 297 kesan.

Artêşa qaşo rejîma îşxalker a sîyonîst, bomberandina li Xezzeyê didomîne.

Wezareta Tenduristî ya Fîlîstînê, daxuyand ku di encama êrîşa rejîma îşxalker li Xezzeyê de di nav 24 seatan de 704 Fîlîstînî hatin şehîdkirin.

Hat destnîşankirin ku di encama êrîşan de heta niha 5 hezar û 791 şehîd bûn.

Ji şehîdan 2 hezar û 360ê wan zarok, 1292yên wan jî pîrek in.

Hat îfadekirin ku hejmarê birîndaran jî 16 hezar û 297 kes in. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Weqfa Êtîman li Êlihê ji xwendekaran re alîkarîya qirtasîyeyê kir
Ji wan kesên ku li ser meleseya Narîn Guran a ku winda bûbû HUDA PARê hedef nîşan dabûn re doza sûcê
Serokê Bajarê Diyarbekirê ya HUDA PARê Gulsever krîza dil derbas kir
Evîndarên Pêxember: Dem dema li hember îtîfaqa şer damezrandina “Îtîfaqa Qudsê” ye
1 mirî, 9 birîndar 12 binçavî