Berdevkê NY Stephane Dujarric, piştî hişyarîya tehlîyeyê ku herî dawîn rejima îşxalker li Refahê dabû, diyar kir ku li Xezzeyê nêzê ji sedî 14 bûye herêma qedexekirî.
Dujarric, destnîşan kir ku piştî êrîşên dawîn tenê di nav çend rojan de 124 hezar Filistînî ji cîhê xwe bûn.
Dujjaric, ragihand ku Filistînîyên ku ji cîhê xwe bûne çûne herêma El-Mewasîyê û xwe sipartine nexweşxaneyan.
Hat ragihandin ku di warê xizmetên paqijî û avê de gelek zehmetî û pirsgirêk têne jîyandin, însanên li wê derê carna bi rojan jî nikarin ava ku pê destê xwe bişon jî bibînin. (ÎLKHA)