Di êrîşên ku li Xazzê hatin kirin de hejmara şehîdan derket 12an

Êrîşên siyonîstên terorîst ên ku ji doh serê şeveqê pêve dest pê kiribûn îro jî berdewam dikin. Di encama êrîşên siyonîstan de hejmara şehîdan derket 12an.

Hat ragihandin êrîşên siyonîstên terorîst ên ku ji doh serê şeveqê pêve dest pê kiribûn îro jî berdewam dikin. Di encama êrîşên siyonîstan de hejmara şehîdan derket 12an.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama êrîşên ku vê şeveqê hatin kirin de 2 kes şehîd bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin derbarê mijarê de hat diyarkirin, di encama êrîşa ku hat kirin de xortekî Filistînî şehîd bû.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin  hat diyarkirin di encama êrîşên siyonîstên terorîst hejmara kesên ku şehîd bûn derket 12an.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta 190 mûşek hatine avêtin wargehên ku ji teref siyonîstan ve hatine îşxalkirin. Di dîmên ku hatine weşandin de tê dîtin ji ber mûşekên ji teref komên berxwedanê ve tê avêtin siyonîstan, gelekî ditirsin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Diyarbekirê operasyona sextekarî û behîsê: 11 kes hatin binçavkirin
Li Îzmîrê qezayeke wek qetlîamê: 3 mirî, 7 birîndar
Li Sûrîyeyê pevçûna di navbera rejim û muxalifan de dijwar bûn
Ji meteorolojiyê hişyariya qeşa û cemedê
Li Nisêbînê tankera nefta xam barkirî wergeriya: 1 birîndar