Di felaketa li Çinar û Şemrexê de bi hezaran heywan telifîn

Wezîrê Daristan û Çandinîyê Îbrahîm Yumakli, destnîşan kir ku xebatên tespîtkirina felaketa şewatê dawî bûye, di encamê de bi hezaran pez telifîne, nêzê 15 hezar donim erdên çandinîyê jî şewitîne.

Ji teref Wezîrê Daristan û Çandinîyê Îbrahîm Yumakli ve hat diyarkirin ku xebatên tespîtkirina zayîdên felaketa şewatê ya li Dîyarbekir û Mêrdînê dawî bûye.

Yumakli li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyand, ji bona ku xebatên tespîtê bê kirin ji herêmê re ekîb hatîye şandin û ekîb xebatên xwe dawî kirine.

924 heywan telef bûn, 14 hezar û 900 donim erdê çandinî jî şewitî

Yumakli derheqê şewatê de ev agahîyê da:

“Li Dîyarbekirê, li gundên Tobîn, Baxcax, Herberê û Bodikana Çinarê 7 hezar û 900 donim erd şewitîye, ji vana jî 6 hezar û 789 dekarê wî erdê prêze, 1111 dekarê wî jî erdê ku hêj genim di nav de bûye ne. Xeyn ji vana traktorekî û 14 heb tesîsên avdanê jî şewitîne. Li gundê Tobînê 924 pez telef bûye, 83 pez jî giran birîndar bûne ku tedawîyên wan nayê kirin ji ber vê yekê ew jî ji Sazîya Şîr û Goşt re ji bo serjêkirinê hatine şandin. Sazî van heywanan standîye. 190 heywan li cîhên xwe hatine tedawîkirin.

Li Mêrdînê; li gundên Dirînê û Reşana Şemrexê jî 7 hezar dekar erd şewitîye. Ji vana jî 4 hezarê wan hêj nehatîye debrkirin, 3 hezarê wî jî prêze ye. Gelek amûrên avdana cotkaran jî zerarê dîtîne û şewitîne. Ekîbên me gotin ku li Mêrdînê heyvan telef nebûne.”

Di encama şewata ku li navçeya Çinara Dîyarbekirê û navçeya Şemraxa Mêrdînê derketibû de heta niha 15 kesan canê xwe ji dest dane. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rejîma sîyonîst bataryayên berevanîya mûşekî ya THAAD a Emerîkayê bi cih kir
Serokê FETO Fetullah Gulen mir
Wesayît û qamyon li hev qelibîn: 5 mirî
Sîyonîstan Mizgefta Harem-î Îbrahîm careke din girtin
Encamnameya Komxebata Nimêjê hat eşkerekirin