Di jenosîda li Xezzeyê de 34 hezar û 971 kes şehîd bûn

Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd bûne derket 34 hezar û 971an, hejmara birîndaran jî derket 78 hezar û 641an.

Ev 218 rojane ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama 4 êrîşên ku di 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 28 kes hatin şehîdkirin, 69 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 34 hezar û 971an, hejmarê birîndaran jî derket 78 hezar û 641 kesan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji meteorolojîyê hişyarîya baran, berf û qeşayê
Li Semsûnê 8 wesayît li hev qelibîn
Dibe ku zem li benzînê were kirin
Li Mêrdînê 3 wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
HAMAS: Em ji peymanekî ku herbê bide sekinandin û gelê me biparêze re hazir in