Di nav eqrebeyan de bi çekan şer derket: 3 mirî, 2 birîndar

Li Semsûrê di navbera du malbatan de bi çekan şer derket, 3 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kesan jî birîndar bûn.

Bûyer, li gundê Birîka navçeya Semîsada Semsûrê pêk hat.

Hat destnîşankirin ku di navbera du malbatên ku eqrebeyên hevdune de bi çekan şer derket.

Di encama şerê çekdar de 3 kesên ku di navbera zarokekî 3 salî jî hebû canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayîna mirovan ji cîhê bûyerê re ekîbên 112yê û cendermeyê hatin sewqkirin.

Hat îfadekirin cenaze û birîndar ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat berdewam dike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 45 hezar û 936an
Karwana Hêvîyê ya li Mêrdînê goştê sor belav kir
20 xwendekar bi sivikî birîndar bûn
UNRWA: Nexweşxaneyên li Xezzeyê li ber mirinê ne
Parlamenterê HUDA PARê Demîr, li Stenbolê beşdarî fûara xalîyan bû