Di pevçûna ku di navbera du malbatan derket de 2 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn

Li Diyarbekirê di nîqaşa ku ji ber qezaya motosîkletêpêk hat de çek hatin bikaranîn, di encama pevçûan çekdarî de 2 kes canê xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin bûyer li 208emîn Sikaka Taxa Ben û Senê ya Yenîşehîra Diyarbekirê pêk hat.

Tê diyarkirin ji ber qezaya motosîkletê di navbera du malbatan de nîqaşa ku dest pê kir piştî demekê bû pevçûna çekdarî. Di encama pevçûna ku tê de çek hatin bikaranîn de 2 kes canê xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da
Qerejdax bi berfê spî bû
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 282yan
Li Bûrsayê mînîbûsa karkeran qeza kir: 8 birîndar
Li Koreya Başûr di 100 salên dawî de berfa herî zêde barîya