Wezareta Tenduristî yê Xezzeyê, daxuyand ku rejîma îşxalker, di nav 24 seatên dawîn de 10 qetlîaman li dar xistîye û di wan qetlîaman de jî 104 Fîlîsînî şehîd bûne, 162 Fîlîsîtnî jî birîndar bûne.
Wezaret, ragihand ku ji 7ê Cotmehê vir ve hejmarê şehîdan li Xezzeyê derketîye 31 hezar û 923 kesan, hejmarê birîndaran jî 74 hezar û 96 kesan.
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin, hêna jî gelek şehîd di bin enqaz û rêyan de ne. (ÎLKHA)