Qazî Muhammedê ji pêşaweyên xelkê Kurd ê Misilman e pêşaweyekî siyasetmedar, mutefekkîr û alîmekî ku ji nava ummeta Îslamê derketibû. Qazî Muhammed lawê Qazî Alîyê ji eşrafê Mahabadê bû.Qazî Muhammed hêj biçûkayiya xwe ve bi ilmên Îslamî hemhal bûbû.Qazî, cara ewil ji bavê xwe û ji mekteba ku jê re tê gotin ‘Kutabxane’ tedrisat dît. Demekê Midûrtiya Daîreya Weqfên Mahabadê kir û dûvre di şûna bavê xwe de ji qaziyîtiyê re hat tayînkirin.
Qazî Muhammed di 22 Çileya 1946an de li bajêra Mahabada Kurdistana Îranê li Meydana Çarçirayê Komareya Kurdistanê îlan kir.
Piştî ku Komareya Kurdistanê hat damizrandin re Lijneya Wezîran a ku 13 endamî pêk dihat hat damizrandin.Serokkomar Qazî Muhammed piştî merasîma sondê li parlamentoyê axavtinekê kir û di dawiya axavtina xwe de vê duayê kir: “Xwedayê min! Tu şahid î ku min di rêya te de tiştê ku ji destê min tê kiriye.Ya Rebbî! Tu şahîd î ku min di rêya xizmetkirina ji vî milletî de tu car tiştek teqsîr nekir.Ya Rebbî! Li vê dinyayê întîqama mezlûman ji zaliman bistîne, bi qasî ku ez dizanim ev yek her car bi vî awayî ye.Ey Rebbê min ê ku ji her tiştî xebardar e, tu temamê mezlûman û vî milletê Kurd ji bin bindestiya zaliman xelas bikî.”
Komareya ku ji teref Qazî Muhammed ve hatibû damizrandin piştî salekî di 17 berfanbarê de ji teref arteşa rejîma Şah ve hat xerakirin.Piştî vê xerakirinê di 31ê Adara sala 1947an de Serokkomar Qazî Muhammed, Serokwezîr Hecî Baba Şêx û Wezîrê Parastinê Muhammed Huseyîn Xan Seyfî Qazî li Meydana Çarçirayê hatin şehîdkirin.
Çend gotin ji wesîyeta Qazî Muhammed
“Ji bona Xwedê, êdî dijmintiyê ji hevdû re nekin, milên xwe bidin hevdû, li dijî zordest, zalim û neyaran birawestin. Mift û belaş xwe nefiroşin dijminan.
Nesîhet û wezîyeta min ji we re ev e; zarokên xwe bidin xwendin, ji bilî perwerdeyê tu kêmasiya me ji milletên din tune ye. Ji bona ku hûn ji karwana xelkan di paş de nemînin bixwînin, xwendin sileha herî tesîrdar e li dijî dijminan e.
Baweriya xwe bi Xweda, pêxember û li hemû tiştê ku ba Xwedê ye bînin û bi wan îman bikin.Yekîtî û lihevkirina di nava xwe de muhafeze bikin û neqenciyê li hev nekin. Nexasim di qada mesûliyet û xizmetê de tamahkar nebin.
Ji bona ku dijmin we nexapîne asta xwe ya perwerdehiyê bilind bikin. Ji bona vê dinyaya ku ji çend rojan pêk tê xwe nefiroşin dijminan. Lewra dijmin dijmin e, bawerî li dijminan nabe. Ji hêla siyasî, madî, manewî û namûsê ve îxanetî hev nekin. Lewra xaîn di hizûra Xweda û însanan de sûcdar e. Îxanet ew ê vegere û bê li kesê xaîn bixe.
Ez zen nakim ku ji bilî dayîna can ji Xwedê re tu deynê min ji tu kesî re hebe.Lê dîsa heger ez ji yekî re deyndar bim, min li pey xwe gelek mal û serwet hiştiye bila herê ba warîsên min û doza deynê xwe li wan bike.” (ÎLKHA)