Di tehqîqata derheqê bangên boykotê de hatin kirin de ji bo 16 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn

Di çarçoveya tehqîqata bangên “boykotê” ya ku ji teref Serdozgerîya Komarîya Stenbolê ve hat destpêkirin de ji bo 16 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn. 11 şikdar hatin qefaltin, ji bo 5 kesan jî xebatên lêgerînê berdewam dike.

Serdozgerîya Komarîya Stenbolê, ji bo gotinên ku bi bangên astengkirina bernameyên aborî, qismekî xelkê cuda dike tehqîqat da destpêkirin.

Li ser medyaya civakî û medyaya giştî gotinên ku sûcên “nefret û cidaxwaz” û “tehrîkkirina dijmintî û kîndarî ya gel” pêk tîne tehqîqat hat destpêkirin, di vê tehqîqatê de ekîbên Midûrtîya Şûbeya Ewlehî ya Stenbolê nasnameya 16 şikdaran tespît kir.

Di encama operasyonên ku ji teref ekîban ve hatin lidarxistin de 11 kes hatin binçavkirin, 5 şikdar jî ji bona ku bêne qefaltin ji teref ekîban ve xebat berdewam dikin. Şikdarên ku hatin binçavkirin, ji bo karên wan ên ewlehîyê ji navenda giştî ya ewlehîyê re hatin sewqkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li dijî sûcên sîberê di 27 bajaran de operasyon hat kirin: 118 binçavî
Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 50 hezar û 886 kesan
Pîlotên siyonîstên îşxalker hukûmetê bi binpêkirina emran tehdîd kirin
Hereketa Ensarullahê: Me balafireke bêpîlot a bi tîpa MQ-9 a Emerîkayê xist xwarê
Em gelek teşekkur dikin li kesên ku dibin sebeba bi bîr anîna Pêxember