Di teqîna Silêmanîyê de hejmarê mirîyan derket 15 kesan

Li navçeya Kazewe ya Silêmaniyê di encama teqîna gazê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Ebûbekîr îro beriya saetekê di daxuyanîyekê xwe de gotibû, birîndarekî bûyerê îro li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye û hejmara qurbaniyên teqîna li Silêmaniyê derketîye 15 kesan.

Bi dîtina 4 termên nû, tê îddîakirin ku termeke tenê di bin enqazê de mabe.

Rêveberiya Berevaniya Sivîl a Silêmaniyê pêştir diyar kiribû, hêj 4 kes di bin enqazê de mane lê ew nizanin ka sax in an jî mirîne.

Herwiha hat zanîn ku ji 12 birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê 5 kes jî derketine û dermankirina 7 kesan jî berdewam dike.

Walîyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ragihand, piştî teqînê li bajêr rojekê şîn hat ragihandin.

Ji aliyê din ve Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed ji bo lêkolînan li ser erkê Serokwezîr Mesrûr Barzanî çû Silêmaniyê.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kürdistan Haberleri

Serokatiya Herêma Kurdistanê der heqê Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da
Güney Kürdistan'da nüfus sayımının ön sonuçları açıklandı
Güney Kürdistan Parlamentosu seçimlerinin resmi sonuçları açıklandı
Güney Kürdistan'da milletvekili seçimleri için halk sandık başına gitti
Neçirvan Barzani bugün Ankara'ya geliyor