Dîya 4 şehîdên Sûsayê hat definkirin

Remzîya Fîdanciya ku dîya 4 şehîdên Sûsayê ye li Goristana Sûsayê hat definkirin.

Di 26ê Hezîrana sala 1992yan de PKKyîyên hov û dest bixwîn li Sûsaya Farqîna Diyarbekirê di ser Mizgefta Sûsayê de girtin û Mislimanan ji xwe kirin hedef. Di wê êrîşa ku wê rojê ji teref PKKyîyên hov ve hat kirin de 4 jê birayên hev tevde 10 Mislimanan hatin şehîdkirin.

Remzîye Fîdanciya ku dîya van 4 şehîdên Sûsayê ye doh li nexweşxaneya ku lê hat rakirin wefat kir.

Fîdanci doh li Goristana Sûsayê piştî nimêja cinazê ji teref nas û hezkirîyên xwe ve hat definkirin.

Remzîya Fîdanci dîya 4 şehîdên bi navê Zekî, Mekîn, Saîd û Medenî bû.

Piştî karên definkirinê Serokê Bajara Diyarbekirê yê HUDA PARê Osman Aktaş derheqê şehîdên Sûsayê de wisa got: “Sûsa ew der e ku lê Mislimanan bi şikleke hovane hatine qetilkirin. 4 birayên me yên ku ji malbata Fîdanci bûn di sala 1992yan de ji teref PKKê ve di camîyê de hatin şehîdkirin. Ne mimkûn e ku em wanan ji bîr bikin. Îro jî ji ber minasebeta wefata dîya van 4 şehîdan li vê derê ne. Me  xaltîya xwe ya Remzîye jî li goristana Sûsayê definkirin.Mirin li ber me hemîyan e.Rebbê min şehadeta wan qebûl bike û wan ji dê û bavên wan re bike şefaatkar.”

ÎLKHA




















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Karûbarên Hiqûqê yên HUDA PARê bertek nîşanî îadekirina Ozbekiyên ku rahîbên sîyonîst kuştin bo Îmaratê
Li Mereşê di mezinahîya 4,1an de erdhejek çêbû
Wesayît gêrê şerempolê bû: Mirîyek, 2 birîndar
HUDA PAR: Kengî meseleya Kurdan were rojevê PKKê nehiştîyê ku ev mesele bê axavtin
Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da