Diyarbekirî bi banga dawî ya Henîyye daketin meydanan

Bi deh hezaran kesên ku di pêşîvantîya sazîyên civakên sîwîl ên Îslamî daketin kolanan destekên xwe ji bo Filistîn û doza Filistînê diyar kirin û her wisa rejîma terorîst şermezar û telîn kirin.

Daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî ya ku li ber Navenda Danûstandinê ya Ceylanê hat tertîpkirin piştî demekê bû mîna mîtîngekê. Tesmîlkarên partîyên siyasî, temsîlkarên STKyan, alim û rîspî jî beşdarî daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî bûn.

Hemwelatîyên ku bênavber tekbîran dianîn di aleyhê rejîma terorê de sloganan avêtin

Di destpêka bernameyê de Doç. Dr. Fîkret Ozçelîk axavtina silavdayînê kir.

“Temsîlkarên berxwedanê ne Mahmûd Abbas, Xalid Meşa bi xwe ye”

Ozçelîk di destpêka axavtina xwe de destnîşan kir ew teklîfa qanûna ya ji hemwelatîbûnê derxistina wan siyonistên ku di sefên siyonistan de şer dikin lazim e demildest bê qebûlkirin. Ozçelîk dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “A niha teklîfa qanûnê li meclisê ye. Lazim ev teklîfa qanûnê ya ku tê xwestin ew siyonistên ku welatîyên Tirkîye û rejîma siyonist in û a niha di nav sefên siyonistan de şer dikin ji welatîbûnê bên derxistin, lazim e demildest bibe qanûn. Wekî din em ji vê derê vê yekê dibêjin temsîlkarên berxwedanê ne Mahmûd Abbas, Xalid Meşa bi xwe ye.Ger yek were û li meclisê xeberdanê bike lazim e ew kes ne Abbas be, Xalid Meşal be.

Piştî axavtina Ozçelîk metna daxuyanîya çapemenîyê hat xwendin. Metin li ser navên sazîyên civaka sîwîl ên Îslamî ji teref Koordînatorê Giştî yê Weqfa Yetîman Cemîl Cahît Unsal ve hat xwendin.

Unsal di destpêka axavtina xwe de diyar kir tiştê ku a niha li Xazze û Filistînê tê kirin heta îro emsala wê di dîrokê de nehatiye dîtin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ew siyonistên terorîst ên ku temamê desteka alema xerbê û dijminên Îslamê dane pey xwe bêyî ku rê û rêbazên exlaqî û hiqûqî nas bikin gelê Filistînê yê Misliman qetil û qir dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev bû 11 meh ku rejîma terorê li Xazzeyê bêyî ku ferqê têxe navbera pîrek, zarok, ciwan û îxtîyaran zêdetirî 40 hezar kesan qetil kir. Her wisa bi milyonan kes jî ji teref wan ji birçîbûnê re hatin mahkûmkirin. Li ser wan axên îşxalkirî ji bilî qetlîam û qirkirinên ku tên kirin zilm û zordarî li wan kesên ku tên êsîrgirtin jî tê kirin. Divê neyê jibîrkirin ev herba li wê derê herbeke li dijî Îslamê ye. Ev şer şerê heq û batilê ye. Heta Xazze azad bibe em ê destekê bidin wan.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Tanzanyayê ji ber hilweşîna avahiyekê hejmara miriyan derket 20an
Weqfa Êtîman ji bo Xezzeyê li Gûmûşxaneyê kermesek vekir
HAMAS: Qetlîama Beyt Lahîyeyê encama biryara vetoyê ya Emrîkayê ye
HAMAS: Heta ku herb neyê sekinandin wê pevguhertina êsîran neyê kirin
Li Îzmîrê êrîş li polêsan hat kirin: 3 birîndar