Diyarbekirî destek dan berxwedana li Xazzeyê: Em amade ne ku her çeşîd fedakarîyê bikin

Diyarbekirîyên ku îro piştî nimêja înê li ber Mizgefta Mezin a li Sûrê kom bûn desteka xwe cardin ji bo Xazzeyê anîn zimên û qetlîama ku hatiye kirin û hêj berdewam dike telîn kirin.

Civîna daxuyanîya çapemenîyê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat lidarxistin. Metna daxuyanîyê ji teref Serokê Bajara Diyarbekirê yê Memur-Senê Remezan Tekdemîr ve hat xwendin.

Tekdemîr di daxuyanîya ku xwend de got ku li Filistînê serê her 10 deqîqeyan carekê zarokek ji teref rejîma îşxalê ve tê şehîdkirin û di vê xwîna mezlûman a ku li Xazzeyê tê herikandin de tilîyê Amerîka û wan dewletên din ên Xerbî jî heye.

Tekdemîrê ku îfade kir îsraîl mahkûme ku tune be di berdewama axavtina xwe de bang li wan kesên ku qaşo parêzvanên maf û heqên însanan kir û got ku ey ew kesên ku îddîa dikin ew parêzvanên maf û heqê însanan in, hûn li kû ne çima dengê we dernayê? Tekdemîr dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Encax ew kesên tirsonek û zirav bi wan re tune ye bebek, zarok û pîrekan dikarin bikujin. Bi izna Xwedê zafer a Îslamê ye. Divê neyê jibîrkirin ku Quds û Mescîda Eqsa izzet û namûsa Mislimanan e.”

Tekdemîr di dawîya axavtina xwe de îfade kir divê boykotkirina malên siyonistan bibe parçeyeke jiyana me û ji alema Îslamê van xalan daxwaz kir

1-HAMAS, temsîlkar û hikûmeta sîyasî ya meşrû yê Filistînê ye. Ti hukmê wan qerarên ku Amerîka û siyonist derheqê Xazzeyê de bidin tune ye.

2- Divê ji bo Xazzeyê korîdora bi lez a alîkarîyê bê vekirin û Tirkîye ji vê yekê re pêşîvantîyê bike. Karwana alîkarîyê ya ku dê bê şandin ji Xazzeyê re divê bi lez bi rê bikeve û lazim e ji çar alîyê hemû kesên ehlê wicdan dawetî vê karwanê bên kirin.

3- Divê baregehanên Kurecîk û Încîrlîkê bên girtin, qet nebe heta ev qetlîam bi dawî bibin temamê fealîyetên li wê derê bên sekinandin.

4- Divê êdî bi balafirên kargoyê û ji ser behrê ji siyonistan re erzaq neyê şandin.

5- Lazim e welatên Îslamê bi hev re ambargoyeke giran û dijwar li dijî siyonistan bidin tetbîqkirin.

6- Ew kesên ku welatîyên Tirkîyê ne û ji bo qetilkirina Filistînîyên masûm çûne divê gazî wan bê kirin û divê ew bên darizandin û kesê ku tevlî sûcê bûne divê dest danîn li ser malên wan û ji welatîbûnê bên derxistin.

7- Divê ew boykota ku li dijî malên siyonistan hatiye destêkirin berdewam bike û lazim e boykot bibe parçeyeke jiyana me.

Qelebalixa ku ji bo desteka ji Filistînî re kom bûbû piştî diayên ku hatin kirin belav bû.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin
Li Diyarbekirê bernameya “Ummu Gulsum” hat lidarxistin