Doxtor û xwendekarên Tipê: Em li Xezzeyê ji meseleyekî dîrokî re şahidîyê dikin

Doxtor û xwendekarên tipê yên ku ji qetlîamên li Xezzeyê a ku ji teref rejîma îşxalker ve tê lidarxistin re bertekan nîşan dan, îfade kirin ku ev ne herbekî ye, wan bal kişandin ku ev qirkirinekî ye û daxwaz kirin ku bila îşxal dawî bibe.

Rejîma îşxalker piştî 7ê Cotmehê Operasyona “Tofana Eqsayê” li Xezzeyê dest bi qetlîam û qirkirinê kir, di serî de zarok û pîrek gelek kesan qetil kir.

Li Meletîyê jî doxtor û xwendekarên Tipê ev bû 8 hefteya bernameya xwe ya “meşandina bêdeng” didomînin.

Doç. Dr. Reşît Sevîmlî ji ÎLKHAyê re axivî û weha got, “Belê em jî ji vê dîrokê re şahidîyê dikin û ev dîrok dîrokekî bêmerhamet e. Ez doxtorekî û bavê 3 zarokan im, van bûyeran ji min re gelek zor û zehmet tê, min gelek xemgîn dike. Van bûyeran hemû Misilmanan tesîrdar dike. Ez di sala 2014an de jî dema ku îsraîlê êrîşê Xezzeyê kiribû li wê derê bûm û mehekî li wê derê xebitîyam. Ji ber ku haya min ji li wê derê heye, van bûyeran min zêdetir tesîrdar dike. Wê çaxê em bi wan zarokan re rûbirû û hebo hebo eleqedar dibûn. Me tedawîya wan dikir. Wê demê wehşetekî hebû feqet wehşeta îro ji wan rojan jî zêdetir e. Bi îzna Xwedê em wisa hêvî dikin ku bila ev di demeke kurt de dawî bibe. Em hêvî dikin ku di demeke kurt de bila alîkarî bighêje hemkarmendên me. Ev ne herbekî ye, ev qirkirinekî ye.”

“Ne tenê îsraîl, Emrîqa û Ewrupaya ku bê şert û merc destekê didin wî jî hevparê vê sûcê ne”

Doç. Dr. Durmuş Turkmen di axavtina xwe de bal kişand ku li Xezzeyê wehşetekî ku heta îro nehatîye dîtin tê jîyandin, “Mixabin tu kesekî tineye ku îsraîlê bide sekinandin. Bi rastî ev zilm îro an jî ji 7ê Cotmehê vir ve dest pê nekirîye. Ev zilm 75 sal e didome. Ger ku hûn dîqqet bikin li Şerîaya Rojavayê ku tu eleqeya wê bi Xezzeyê tuneye 5 hezar însan hatin girtin. Bi rastî îsraîl rêxistinekî terorê ye. helbet li vê derê îsraîl tenê ne sûcdar e. Yanê Emrîqa û Ewrupaya ku bê şert û merc destekê didin îsraîlê jî hevparê vê sûcê ne. Ez dibêjim ku bila lenet li wan be.”

“Bil Rebbê min ji Tûgayên Qessam yên ku kulmekî însanên samîmî ne û micadeleyekî samîmî bikartînin re alîkarîyê bike”

Turkmen, “Bila Rebbê min ji wan Tûgayên Qessam ên ku di micadeleyên xwe de samîmîne re alîkarîyê bike. Gelek qewmên hindik li hember artêşên mezin, li hember qewmên mezin zeferê bidestxistine. Em di şiûra veya de ne. Em bi dil û canê xwe li cem; Xezzeyî û Fîlîstînîyan e. Heta ku ji destê me tê em ê hemû destekê bidin wan.”

“Însanîyetekî tê qetilkirin”

Xwendekarê Tipê Saad Ahmed yê ku ji Tirkistana Rojhilatê ye îfade kir ku ew ji bona ku sekina xwe ya li hember zilmê nîşan bidin beşdarî bernameyê bûye. “Mixabin ev pêvajo, pêvajoyekî ku benîAdem aciz maye ye. Em ji bona ku ji xûşk û birayên xwe yên li wê derê re alîkarîyê bikin dixebitin lê ji destê me tiştekî zêde nayê. Xwedê alîkarîya wan be.”

“Bila welatên Îslamî bibin yek û êdî ev zilm dawî bibe”

Omer Faruk Bekmez yê ku xwendekarê Tipê ye îfade kir ew ji bona ku bertekên xwe nîşan bidin hatine li vê derê:

“Ji destê kê çi tê bila bike û ev zilma ku bû dehsalan e didome bila dawî bibe. Em beşdarî vê meşa bêdeng dibin ku qenebî em wezîfeya ku li ser milê me ye bicîh bînin. Kanê dibêjin ‘Gelo van meşan feydeya wan heye an na?’ bila zanibin ku qenebî em sefên xwe eşkere dikin. Em vê zilmê bîrva nekin û nedin jibîrkirin, ji ber vê yekê em beşdarî van bernameyan dibin. Divê welatên îslamê werin cem hev û bi hev re hereketê bikin. Ger ku em werin cem hev, ez wisa difikirim wan dewletên ku zilmê dikin wê nikaribin tiştekî jî bikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenterê HUDA PARê Ramanli mexdûrên erdheja Semsûrê ziyaret kir
Lijneya HUDA PARê li Hetayê bajarên konteyniran zîyaret kir
Karwana Hêvîyê ji kesên hewcedar ên Wanê re alîkarîya pereyan kir
Li Hîndistanê di festîvalê de fîl êrîşê mirovan kir: 17 birîndar
Li Mêrdînê şerê çekdarî: 1 mirî, 2 birîndar