Ebû Ubeyde: Cîhê ku êsîr li wê bûn rasterast hat bombekirin

Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, daxuyand ku ew têkilîyên xwe yên bi mihafizên ku êsîrê sîyonîst Eden Alexander ku welatîyê Emrîkayê bû diparêztin qut bûye.

Ebû Ubeyde, li ser qenala Telegramê daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de îfade kir cîhê ku êsîr li wê derê bûn hat bombekirin.

Berdevkê Qessam weha got:

“Em îlan dikin piştî bomberdnama ku ji cîhê êsîr Leşker Eden Alexander li wê derê bû re hat kirin bi komê re têkilî hat qutbûn. Heta niha em dixwebitin ku bighêjin wan.

Li gorî texmîna me artêşa îşxalê, bi armanca berdewamkirina herba qirkirinê ya li dijî gelê me ji zexta dosyeya êsîrên du hemwelatîyan xelas bibe.”

Piştî vê daxuyanîyê Tûgayên Qessam vîdeoyekî bi navê, “banga ji malbatên êsîran re” belav kirin. Qessam di vîdeoyê de bal kişand ku êsîrên sîyonîst ên ku li Xezzeyê têne girtin ew ê sax nikaribin vegerin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qumarê de zirarên cidî yên psîkolojîk û civakî hene
Pêdiviya vî welatî bi HÜDA PARê heye
1 jê giran 3 kes birîndar bûn
Li Bedlîsê rêyên 35 gundan ji ber berfê hatine girtin
2 otomobîl zirar dîtin