Ebu Ubeyde: Em ji herbeka dirêj re hazir in

Berdevkê Tûgayên Îzzetîn El Qassamê Ebû Ubeyde daxuyanîyek belav kir. Ebû Ubeyde di daxuyanîya xwe de weha got: “Di sehayê de qontrol ya me ye. Em ji herbeka mezin û dirêj re hazirin.”

Berdevkê Tugayên Qassamê Ebû Ubeyde ji televîzyona El Cezîre re daxuyanî da

Ebû Ubeyde diyar kir ku ew ê nîşanî dijmin bidin ku hesab wê tal û dijwar be, Ebû Ubeyde got ku wan soz da ku ew ê berdêla sûcên ku li Mescîda Eqsayê û gelê Filistînê kirine bidin.

Ebû Ubeyde hişyarî da rêveberiya Amerîkayê jî. Wî destnîşan kir ku piştgiriya ku ji teref emrîka'yê ve ji teşkîlata sîyonîst re tê kirin tu firsetê nade wan.

Berdevkê Ebû Ubeyde bang li hemû cîhanê kir.

Ebû Ubeyde diyar kir ku wan bang li gelên azad ên cîhanê kir ku li ber sefaretxaneyên dijminê dagirker û emrîka'yê yên li welatên cîhanê bicivin, Ebû Ubeyde diyar kir ku dijmin îro rewşa herî xerab a 75 salên dawî tê jiyîn. .

Ebû Ubeyda diyar kir ku ew dixwazin gelê Filistînê piştrast bin ku berxwedan hê jî qadê kontrol dike û dizane kengê êrîş bike.

Berdevkê El Qassam ê destnîşan kir ku ti hêzek li cîhanê nikare berxwedana Filistînê ji holê rake, pêşî li parastina cihên pîroz bigire û hêviyên gelê Filistînê yên ji bo azadiyê ji holê rake. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin