Êlih, bi berxwedana Tofana Eqsayê rabû qîyamê

Di mîtînga mezin a “Desteka ji Tofana Eqsayê Re” ku ji teref Serokatîya Bajara Êlihê yê HUDA PARê ve hatibû lidarxistin de, axavtin hatin kirin û di van axavtinan de ji serokên welatên Îslamê û xelkê Misilmanan re peyamên muhîm hatin dayîn.

Serokatîya Bajara Êlihê yê HUDA PARê, bi şîara “Desteka ji Tofana Eqsayê Re” mîtîngek lidairxist.

Mîtîng di seat 13.00an de li kêleka avahîya Şaredarîyê hat lidarxistin.

Mîtînga ku Serokê yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu û gelek temsîlakrên STKyan beşdarî bûbûn, bi xwendina Quran Pîroz a ji teref Omer Akgul Xoce ve dest pê kir.

Di mîtîngê de tim û tim siloganên ku ji berxwedanê re destekê didin û sîyonîstan lenet dikin hatin gotin.

Di berdewama mîtîngê de îlahî û merş hatin xwendin.

Serokê Bajara Êlihê yê HUDA PARê Davut Şahîn di mîtîngê de axavtineke silavdayînê kir û bal kişand ku rejîma îşxalker 75 sal e li ser axên Fîlîstînê polîtîqayên îşxal, qirqirin û tehcîrê lidardixe.

Şahîn di berdewama axavtina xwe de bal kişand temsîlkarê meşrû yê xelkê Fîlîstînê HAMAS Û Tevgerên berxwedanê ên ku li hember rêxistina terorîst a sîyonîstan cîhadê dikin in, “Ev tevgerên berxwedanê di her axaftinê de li ser pêşeroja Filistînê muxatab in. Her biryar û pêşniyara ku ji aliyê HAMAS û tevgerên berxwedanê ve neyê qebûlkirin, divê neyê qebûlkirin. Em bang li welatên Îslamê dikin ku hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk û bazirganî yên bi rêxistina terorîst a sîyonîst îsraîl re qut bikin. Digel ku rêxistina terorê siyonîst îsraîl li Fîlîstînê dilopekî avê jî ji xûşk û birayên me yên Fîlîstînê re zêde dibîne, lê xwarin û sotemenîya wan terorîstan li ser welatê me diçe, em ji vê tiştê re ne razî ne. Hûnê nikaribin hesaba ev tiştê ji Xwedê re bidin.”

Di Mîtîngê de bi navê Platforma Azadîya Bawerî û Fikira Êlihê Serokê Şûbeya Êlihê yê AGDê Abdurrahman Demîrtaş axavtineke kurt a silavdayînê kir.

Serokê Yekîtîya Alimên Fîlsîtînê Newwaf Tekrurî jî di mîtîngê de axivî û destnîşan kir ku hinek wezîfe li ser Misilmanan dikeve û dûre weha axivî:

“Ji derketina meydanan re berdewam bikin. Bila ev derketinên we ne tenê rojekî be, bila her rojê hefteyê be.

Malên îsraîlê boykot bikin. Tetbiqkirina boykotê li ser we wezîfeyekî ye û ferz e.

Bi çapemenîyê û bi telefonan tenê nemînin, bileqs peyamên micahîdên li wê derê, rewşa xûşk û birayên xwe belayê her derê bikin û bila hemû kes bibîne.

Alîkarkirina ji Xezzeyê re a bi malî, cîhadkirina bi malê xwe ye. Ti dem malên xwe biçûk nebînin. Birayên min bila dilê we rehet be malên ku hûn didin ji wan birayên we yên Xezzeyê re dighêje.

Alîkarîkirina ji birayên xwe yên Xezzeyê re yek jî tobekirina ji gunehên xwe ye, em berê xwe bidin Xwedê û emelên salih bikar bînin. Çîmkî leşker û artêş bi gunehên xwe têk diçin.

Ji birayên xwe û micahîdên li Xezzeyê re duayê bikin. Secdeyên xwe dirêj bikin û di secdeyên xwe de duayê bikin.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu jî di mîtîngê de axivî û destnîşan kir ku ev bû ji mehekî zêdetir e li Xezzeyê zarok û pîrek dimirin, li ser serê xelkê Xezzeyê mirin dibare.

Yapicioglu di axavtina xwe de derheqê Lûtkeya Teşkîlata Hevkarîya Îslam û Ereban ku kom bûbûn de jî nirxandinan kir û weha got:

“Ew di civînê de FKOyê yanê Rêxistina Azadîya Fîlîstînê yanê avaneyên Mehmud Ebbas, temsîlkarê tenê yê xelkê Fîlîstînê îlan kirin. Em ji li vê derê dibêjin heyf û yazix ji we re. Wan kesên ku bê sîyonîstan nikarin gotinekî jî bibêjin, xeyn ji sîyonîstan nikarin gavekî bavêjin, wan kesên ku esaretê qebûl kirine û ji îşxalkirina metre bi metre qul bi qulê qebûl kirine û wan kesên ku ji berfirehbûna îşxalê re wek temaşevanan mane, nikarin bibin temsîlkarê xelkê Fîlîstînê.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de weha got:

“Wan kesên ku li wê derê civîyan xwezî tiştekî ku biketa ber diranên mirovan bikirana. Ma qey tiştekî qet tineye, helbet heye. Mînak dibêjin ku em ‘bang’ dikin. Ew dibêjin ku em wan şênîyên sîyonîstan wek terorîstan qebûl bikin. Lê wan kesên ku hûn dibêjin şênîyên îşxalker 10 an jî 15 heb in? Serê wan Netenyahu ye, gelo ew îşxalkerekî yê ku hatîye li wê derê nîne? Wê qasê hûn dema ku qala wan şênîyên îşxalkeran dikin qesta kê dikin.

Ger ku hûn dikaribin bikin û bibêjin werin bibêjin. Sîyonîst nîjadperestekî talûke ye. Ger ku hûn dikaribin sîyonîzmê û fikira sîyonîzmê qedexe bikin. Û sîyonîstan wek rêxistina terorê îlan bikin, ji wan kesên ku alîkarîyê wan dikin re mueyyîdeyan bikarbînin.”

Mîtîng bi duayê dawî bû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Serokê Şaredarîya DEMê û 5 endamên Meclîsê hatin binçavkirin
Li Arakanê artêş qetlîamekî nû kir
Li Emrîkayê ji ber şewata daristanan rewşa awarte hat îlankirin
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 46 hezar û 6an
Li Hetayê di mezinahîya 4an de erdhej