“Em pirsgirêka xaniyan safî dikin”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû gundên Qerejdaxa Diyarbekrê zîyaret kir. Yapicioglû li vê derê pirsgirêkên gundiyan guhdar kir. Yapicioglû îfade kir, ji bo çareseriya pirsgirêkan çi ji destê me bê ew ê bikin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê çû gundê Qanîpanik û Êgilyaya Çinara Dîyarbekirê zîyaret kir. Li vê derê bi muxtar û ehlê gundiyan re hat bal hevdû.

Yapicioglû pirsgirêkên gundiyan guhdar kir û derheqe çareseriyan de projeyên partiya xwe ji gundiyan re got: “Em dibêjin bila tu kes birçî û li derve nemînin. Em dibêjin bila tu kes ji ber bêxanitiyan li derve nemînin. Li derve ne qefilin. Yanjî ji ber germê li ber tavê nemire. Divê ev yek bê tedarîkirin.”

Yapicioglû derheqê pirsgirêkên îqtîsadî û îhtiyaciya xaniyan de jî axifî û wisa nirxandinan kir: “Îxtiyaciya xaniyan, zarûrî ye. Hewce nake ev xaniyan biqasî 5-6 mîlyonan bibin. Serê xwe têxîne bes e. Divê muheqeq hukumat dest bavêje vê pirsgirêkê”.

Yapicioglû destnîşan kir ger selahiyet û karbidestî ji wan re bê dayin wê pirsgirêka xaniyan çareser bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “G”er teslîmê me bikin, baweriya we hebe, em di çend mehana de plana vê yekê amade dikin. Emê ji şaredariyan re bibêjin projeyên xwe yên derheqê araziyan de amade bikin. Paşê ji îmarê re bên vekirin. Bila li wan deran kesên ketî, feqîr û hewcedar xwe bi sitrînin. Lê beriya vê yekê divê îradeyek cidî hebe. Li cem me proje hene, lê selahiyet û karbidestî tune ye. Ger ev yek ji me re bê dayin emê bilezûbez vê yekê çarser bikin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin