Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê, xelasbûna ji îşxalê Roja Serfirazîyê îlan kir

Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê, 15ê Tebaxê ya ku xelasbûna welatê ya ji îşxala Emrîqayê ye Roja Serfirazîyê û betlaneya fermî îlan kir.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezarete Karên CIvakî û Xebatên Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “15ê Tebaxê, Roja Serfirazîya cîhada xelkê Efxenistanê yê ku di serokatîya Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê de li dijî Emrîqa û mittefiqên wî bikaranîtine ye.”

Hat daxuyandin ku ji bo ev rojê qerar hat dayîn ku betlaneya fermî jî wê bê kirin.

Yekîneyên NATOyê ên di bin serokatîya Emrîqayê de, di sala 2001an de bi derewa “micadeleya bi terorê re” Efxenistanê îşxal kiribû û desthilatdarîya Talîbana ku di bin serokatîya Mele Muhammed Omer Mucahîd de bû xera kiribû.

Talîban û xelkê Efxen yên ku piştî îşxalê dev ji cîhadê bernedan, di 15ê Tebaxa sala 2021an de ji îşxala Emrîqayê re dawî dabûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin