Rayedarên Venezuelayê, rast kirin ku balafireke ku koçberên Venezuelayî di nav de bûn roja Înê gihaşt Balafirgeha Navneteweyî ya Maiquetia ku li derveyê Caracasê.
Koma koçberan ji teref Wezîrê Ragihandin a Venezuelayê û xwedîyê şîrketa balafirgeha dewletê Ramon Velasquez Araguayan pêşwazî kirin.
Velasquez Araguayan, derheqê şandina bernameya koçberan de got, “Ev, bi navbeynkarîya teşkîlatên me yên ewlehîyê û Plana Vegera Ji Welatê Xwe re pêvajo dide destpêkirin.”
Li gorî rayedaran di komê de 176 zilam, 30 pîrek û du heb jî zarok hebûne. Sefer ji teref Eastern Airlinesa ku navenda wî Emrîkaye ve hatîye kirin.
Roja Pêncşemê jî du seferên cuda hatin tertîpkirin, û di herdu seferan de jî 511 welatîyên Venezuelayî hatin şandin welatên xwe re. (ÎLKHA)