Balafirên herbê yên Emrîkayê li bajarên Sana, Cewf û Sadayê gelek êrîşan pêk anîtin.
Di êrîşa li dijî Sadayê de 1 kes şehîd bû, 3 kes jî birîndar bûn.
Li dijî Sanayê jî êrîşek hat lidarxistin û di encama wê êrîşê de jî 7 sîvîl birîndar bûn.
Êrîşên Emrîkayê yên li dijî Yemenê, piştî biryara tevgera Ensarullahê ku gotibû emê ji Xezzeyê destekê bidin û ji ber vê yekê keştîyên rejima sîyonîst hedef girtibû hat destpêkirin.
Tevgera Ensarullahê diyar kiribû ku heger rejima sîyonîst ji têketina alîkarîyan a ji Xezzeyê re îzîn nede wê li behrê dîsa operasyonên xwe bide destpêkirin. (ÎLKHA)