Li gorî daxuyanîya ku ji teref Ensarullahê ve hat belavkirin, bi tevî bajara Sanayê ji sê bajaran re êrîş hatin lidarxistin, li bajara Taîza ku li başûrrojavaya welat e jî xetên ragihandinê hatin hedefgirtin.
Bajara Sana û bajarokên wî yên ku di bin îdareya Ensarullahê de ne 17 caran dûçarê êrîşên Emrîqa û Îngilistanê bûne. Xeyn ji van êrîşan ji cotgehên ku li bajara Hacceyêye re jî du êrîş hatine lidarxistin.
Ji teref Emrîqa û Îngilistana îşxalker ve derhetê meseleyê de ti daxuyanîyek nehat belavkirin. (ÎLKHA)