Rejima terorê îsraîl, li Xezzeyê qetlîamên xwe didomîne. Rejima îşxalker di êrîşa ku li Xan Yûnisê li dar xist de Endamê Sîyasî ya HAMASê Dr. Salah el-Berdewîl û pîreka wî şehîd kir.
Derheqê meseleyê de ji teref HAMASê ve li ser qenala Telegramê daxuyanîyek hat parvekirin. Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku Endamê Meclîsa Darazandina Filistînê Berdewî û pîreka wî, li herêma El-Mewasîya rojavaya Xan Yûnisê dema ku di nav çadirên xwe de nimêja teheccûdê dikirin di êrîşa îşxalkeran de şehîd bûn.
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ew ê xwîna Berdewîl û pîreka wî û hemû xwîna şehîdên Filistînîyan bibe sotemenîya micadeleya veger û xelasîyê. (ÎLKHA)