Ensarullah bi ÎHAyan li Tel Avîvê xist

Ensarullahê Yemenê, li Tel Avîvê bi gelek ÎHAyan hedefekî xist.

Berdevkê Hêzên Çekdar yê Yemenê Yehya Serî, di daxuyanîya ku îro belav kir de destnîşan kir ku ew bi balafirên bêînsan yê hewayê li Tel Avîvê “hedefekî jîyanî” hedef girtin û hedef îsabet girt.

Serî îfade kir ku sîyonîst nikaribûn astengîyê li operayonê bikirana û ÎHA gihaştîye hedefa xwe, hat ragihandin ku heta êrîşên îşxalkeran a li dijî Libnan û Xezzeyê ew ê operasyonên wan berdewam bike.

Serî, diyar kir ku ev operasyona wan ji bona ku destekê bidin operasyonên “Waadê Heq” a Îranê û Tofana Eqsayê ya Xezzeyê, merhaleya pêncemîn a operasyona “Cîhada Pîroz” e. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya zîncîrî ya 3yemîn, 7 birîndar
Yemenê li Tel Avîvê xist: Herî kêm 20 birîndar
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 45 hezar û 206an
Krîza esil a rojeva me ne aborî ye, krîza exlaqî ye
Divê dewlet, dev ji teşwîqkirina qumarê berde!