Ensarullah keştîya balafirê ya Emrîkayê hedef girt

Tevgera Ensarullahê Yemenê, ji bo bersivdayîna êrîşên rejima îşxalker keşîya balafiran a bi navê USS Trumanê ku aîdê Emrîkayê ye hedef girt û operasyon bi serfirazî encam bû.

Li gorî daxuyanîya ku hat dayîn, tevgera Ensarullahê, di serî de keştîya USS Trumanê dûre jî keştîyên dinê hedef girt.

Di operasyonê de fuzeyan û balafirên bêînsan yê hewayê hatin bikaranîtin. Ev operasyona ku hat kirin, operasyona ku di nav 24 seatên dawîn de hatine kirin operasyona herî mezin e.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ew ê van operasyonan berdewam bikin û wê keştîyên rejima îşxalker bêne hedefgirtin.

Hat îfadekirin ku van operasyonan ji bo destekdayîna ji gelê Xezzeyê re têne kirin.

Hêzên Çekdar yê Yemenê, bal kişand ku ew ê van operasyonan heta ku êrîşên li dijî Xezzeyê bêne sekinandin wê berdewam bike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê erdhej çêbûn
Hemû însanîyet mihtacê reçeteya xelasîya Hz. Muhammed e
Divê sîyonîstên duwelatî ji Tirkiyê bên derxistin
Serokê Komeleya Evîndarên Pêxember a Entabê Yaçîn: Dawî li tenêtîya Xezzeyê bînin
Nexweşxaneya El-Ehlî Baptîst ku sîyonîstan êrîş kiribûn nikare xizmetê bide