Ensarullah, keştîyekî girêdayê rejîma sîyonîst hedef girt

Ensarullahê Yemenê daxuyand ew keştîya bi navê "ZOGRAFIA” ku diçû benderên Fîlîstînê, bi fuzeyan hedef girtin.

Berdevkê leşkerî yê Ensarullahê Yehya Serî, destnîşan kir ku ew keştîya bi navê "ZOGRAFIA” ku diçû benderên Fîlîstînê, bi fuzeyên behrê hedef girtin.

Serî, diyar kir ku berîya êrîşê ji wan re bang hat kirin lê ji mirettebatê tu kes ji bangên wan re bersivê nedaye.

Serî weha got, “Hêzên Çekdar yê Yemenê, heta ku êrîşên li dijî Xezzeyê neynê sekinandin û dorpêça ku li dijî xelkê Fîlîstîn yê ku berxedanê nîşan dide neyên rakirin, ew ê hedefgirtina keştîyên îsraîlê an jî yên ku bi wan re têkilîyên wan hene bidomîne.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenterê HUDA PARê Ramanli mexdûrên erdheja Semsûrê ziyaret kir
Lijneya HUDA PARê li Hetayê bajarên konteyniran zîyaret kir
Karwana Hêvîyê ji kesên hewcedar ên Wanê re alîkarîya pereyan kir
Li Hîndistanê di festîvalê de fîl êrîşê mirovan kir: 17 birîndar
Li Mêrdînê şerê çekdarî: 1 mirî, 2 birîndar