Ensarullah, li Behra Sor keştîyên herbê yên Emrîkayê hedef girt

Tevgera Ensarullahê Yemenê, daxuyand ku ew du keştîyên herbê yên ji tîpa destroyer a aîdê Emrîkayê ku li Behra Sor diçûn bi fuze û ÎHAyan hedef girt.

Berdevkê Leşkerî yê Tevgera Ensarullahê Yemenê Yahya Serî, daxuyand ku ew du destroyerên Emrîkayê ku li herême wezîfe dikirin bi fuze û balafirên bêînsan yê hewayê ve hedef girtin û li keştîyan xistin.

Serî, îfade kir ku ew tenê bi Behra Sor xwe sînordar nakin, li peravên Yafaya îşxalkirî jî bi ÎHAyan operasyonek li dar xistin.

Tevger, di daxuyanîya ku di 7ê Adarê de dabû de, diyar kiribû ku rejima terorê heger îzîn nede ku ji Xezzeyê re alîkarîya însanî bikeve ew ê operasyonên xwe ji nû ve bidin destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe