Ensarûllah: Me bi mûşekeke nû ya balîstîk a hîpersonîk li Tel Avîvê xist

Ensarullaha Yemenê teqez kir ku di operasyona ku bi mûşekeke nû ya balîstîk a hipersonîk ji 2 hezar km dûr va hat kirin da mûşek gihaşt armanca xwe ya li Tel Avîvê û sîstemên parastinê yên dijmin nekarîn mudaxele bikin.

Berdevkê Hêzên Çekdar ê Ensarullahê Yehya Serî ragihand ku hêzên mûşekî bi alîkariya Xwedayê mezin operasyoneke leşkerî ya berfireh li dijî nuqteya leşkerî ya dijminê îsraîlê li herêma Jafa (Tel Avîvê) ya li Filistîna îşxalkirî kirin hedef.

Serî got, "Di operasyona ku bi fuzeya balîstîk a hipersonîk a nû hat kirin da fuze gihaşt hedefa xwe, lê pergalên parastinê yên dijmin di mudaxeleyê de serkeftî nebû.”

Serî bal kişand ser wê yekê ku mûşekê di 11 nîv deqîqeyê mesafeya 2040 kîlometroyî derbas kir, Serî destnîşan kir ku ev yek tirs û xofek di nav siyonîstan da çêkir û di dîroka dijminê îsraîlê da cara ewil zêdeyî 2 milyon sîyonîst revîyane sitargehan.

Serî gotinên xwe wisa domand, “Ev operasiyona han di çarçoveya qonaxa pêncem de ye û Emerîkî, îsraîlî û yên din jî di nav de hêza wî bû lûtkeya hewldanên lehengên ku di warê pêşxistina teknolojiya mûşekî de ji bo bersivdana pêwîstî û kêşeyên şerê bi dijminê siyonîst re, ji bo bidestxistina armancên xwe û derbaskirina hemû astengiyên li ser bejahî û deryayê de, hewlên mezin dane.

Dijminê îsraîl her ku em nêzî salvegera yekemîn a Operasyona 7ê Cotmehê ya pîroz dibin bila li bendeya operasyonên tayber û êrîşên zêdetir a bersivdayîna êrîşa kujer a li ser bajarê Hodeydah û operasyonên ji bo piştgiriya berdewam a gelê mezlûm Filistînê be.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Berdevkê HUDA PARê Ramanli beşdarî danişîna "Narîn Gûran" bû
Ji bo bakur hişyarîya berfê hat dayîn
Berdevkê HUDA PARê Emîroglu: Divê îzolekirina tam a rejîma terorîst a sîyonîst bê temînkirin
Danişîna duyemîn a doza qetilkirina Narîn Guran dest pê kir
Di balafira ku li Qazaxistanê ket xwarê de 38 kesan canê xwe ji dest dan