Ensarullah: Me li Behra Sor û Ummanê 3 keştîyan hedef girt

Tevgera Ensarullahê Yemenê, li Behra Sor û Ummanê bi fuzeyên balîstîkî û ÎHAyan 3 keştîyan hedef girt.

Berdevkê Leşkerî yê tevgera Ensarullahê Yahya Serî, di axavtina xwe ya ku ji televîzyona “El Mewasî”yê re kir de, destnîşan kir ku ew ji 3 keştîyên ku “qedexeya ketina axên Filistîna îşxalkirî îxlal kirine” re operasyon li dar xistine.

Yahya Serî, di daxuyanîya xwe de weha got:

“Hêzên Çekdar ên Yemenê di çarçoveya berdewamîya dorpêça deryayî ya li dijî dijminê îsraîlê de 3 operasyonên leşkerî pêk anîn. Di operasyona ewil de keştiya 'SC MONTREAL' li başûrê Behra Ereban bi 2 balafirên keşfê yên bêmirov hat hedefgirtin û bi îzna Xwedê keştî hedef îsabet girtîye.

Di operasyona duyemîn de jî keştiya 'MAERSK KOWLOON' li Deryaya Erebî bi mûşekeke hat hedefgirtin û di encamê de rasterast îsabet girt.

Operasyona sêyemîn jî ji aliyê hêzên deryayî û hêzên mûşekî ve bi gelek mûşekên balîstîk li Deryaya Sor û herêma Bab ul-Mendeb keştîya bi navê MOTARO kirin armanc. Bi îzna Xwedê rasterast îsabet girt.

Sedema ku ev her sê keştî bûne hedef ji ber ku xwedîyên wan qedexeya ketina benderên Filistînê yên îşxalkirî îxlal kirine ye.

Hêzên Çekdar ên Yemenê di dema silavkirina serkeftinên Berxwedana Îslamî li Lubnanê û berxwedana Îslamî ya li Xezzeyê, biryardariya xwe ya ji bo domandina dorpêça deryayî li dijî dijminê îsraîlê û berdewamîya operasyonên êrişa bi mûşek û firokeyên bêmirov li dijî hemî îsraîlê nîşan didin. Heta ku êrîş neqedin, dorpêça li ser Xezzeyê neyê rakirin û êrîşên li ser Lubnanê neyên sekinandin ev operasyon bi dawî nabin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Mêrdînê qeza pêk hat: 1 birîndar
Li Rûsyayê çarik li hinek dibistanan hat qedexekirin
Çapemenîya îşxalê: Netenyahu, ditirse ku bi ÎHAyan êrîşê Meclîsê bê kirin
Şêx Naîm Qasim bû serokê nû yê Hizbullahê
Li Hîndistanê depoya agirbazê teqîya: 150 birîndar