Nimêja îdê ji teref Serokê Karên Diyanetê ALî Erbaş ve hat kirin. Erbaş berîya nimêjê di xutbeya xwe ya ku da de balan kişand li ser zilm û zordarîya ku ji teref siyonistên îşxalker ve tê kirin.
Erbaş di berdewama xutbeya xwe de îda temamê alema Îslamê pîroz kir û dû re derbarê mijarê de wisa axivî: “Bajara ku sembola medenîyet, çand, ziman û bawerîyan e tê talankirin. Birayên me Filistînî yên masûm ji malên xwe tên derxistin û tên qetilkirin. Ji ber vê yekê Heta ku Filistin û Mescîda Eqsayê bi temametî bê azadkirin ew ê her îda me bi kul û keser derbas bibe.”