Erdogan derbarê mijarê de piştî nimêja înê li Stenbolê daxuyanîyek belav kir. Erdogan di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Hejmara pêketîyan zêde dibe. Her wisa yên mirîyan jî zêde dibe ku ev yek me xemgîn dike. Ji ber ku li gorî maske û mesafeyê nayê hereketkirin, em mecbûr in ku tevdîrên nû bistînin û em ê bistînin.”