Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî nimêja înê pirsên rojnamegeran bersivand. Erdogan pirsa ku derheqê êrîşên ku li Îdlîbê tên kirin de wisa bersivand: “Ev êrîşên ku tên kirin îspat in ku rejîma Sûrîyê li gorî agirbestê hereket nake. Em ê roja yekşemê li Berlînê bin. Em ê digel Putîn vê meselê binirxînin. Geşedanên li Îdlîbê meriv aciz dikin.”
ÎLKHA