Derbarê mijarê de ji teref HUDA PARê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin: “Birêz Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê li Zekerîya Yapiciogluyê ku di kongreyê de ji Serokatîya Giştî ya HUDA PARê hat hilbijartin gerîya û ew tebrîk kir û serkeftin jê re xwest.”
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; Wezîrê Edaletê Abdulhamîd Gul jî li Yapiciogluyê ku ji Serokatîya Giştî ya HUDA PARê hat hilbijartin gerîya û ew tebrîk kir.