Êşa ku 30 sal in nayê jibîrkirin: Qetlîama Başbaxlar

Êş û elema Qetlîama Başbaxlar a ku ji wan qetlîamên hovane û wehşîyane yên PKKê bes qetlîamek e digel ku 30 salên ku derbas bûne wek roja ewil kezeban dişewitîne.

Dema ku dîrok 5ê Tîrmeha sala 1993an nîşan dide, PKKyê hov û wehş vêcarê xwe li gundê Başbaxlara Kemalîyeya Erzîncanê nîşan da. PKK, di wextê nimêja mexribê de Adil Xoceyê Îmam Xatîbê mizgeftê jî di nav de tev de 28 Mislimanan qetil kir û dû re gund da ber agir. Di bûyerê 5 kes jî di malên ku hatin şewitandin de ji teref PKKê ve hatin qetilkirin. PKKyê ku zêr û zîvên li ser pîrekan dizî, li pey xwe gundekî ku bûbû kavil û tê de 70 êtîm ma hişt. Di lêkolîna ku piştî bûyerê hat kirin de hat tespîtkirin wê şevê tev de 584 berik hatin bikaranîn, 5 wesayît û 191 mal hatin şewitandin ku ev yek wehşeta ku wê şevê hat kirin derdixe holê.

“Bombeyan li derdora me bi cî dikirin û ji alîyekî ve jî wesayît û malan dişewitandin.”

Kesekî ku wê rojê ji wê qetlîamê re bûbû şahid wisa qala wê wehşetê kiribû: “Me dikir ku nimêja êvarê bikin, nevîyê min hat û got ku anarşîst ketine nava gund. Min jî hema derî girt. Dema ku min derî girt, min dîtin. Hatin û ji min xwestin ku derî vekim. Lê belê min derî venekir û çûn. Me nimêja xwe kir û dest bi diayan kir. Min ji şibakê li derve nihêrt, ew kesên ku di ser gund de girtin derîyê mala cîranê min şikandin û zilamên di malê de derxistin derve û yekî danîn li ser serê wan. Wî ksî berê tifinga xwe da wan zilaman. Çend kes hatin derîyê mala me şikandin û ketin hundir, pirsîn ka di hundir de zilam hene yan na? Wê kêlîyê pere li ba min hebû, min wan pereyan ji wan dirêj kir û min got qey ew ê rahijin pereyan û bela xwe ji min vekin. Rahiştin pereyan û min û bûka min û nevîyê min bi tifingan derxistin derve. Dema ku ez dertim min li pey xwe nihêrî ku bombe di malê de bi cî dikin. Piştî ku em derketin derve malê şewitandin. Dema ku me derxistin zordarîyê li me dikirin. Min ji wan re got ku ez extîyar û nexweş i, lê belê dîsa min kaş kirin. Me birin cihê lê pîrekan top kiribûn. Bombeya li derdora me bi cî dikirin. Ji alîyekî ve jî wesayît û malan dişewitandin. 28 kesan bi şikleke bêwijdan kuştin. Gundê me heta şeveqê şewitî. Ji ber ku telefon tunebû me nikarîbû xeber bidin derdorê.”

“Hê jî da’wa Başbaxlarê bi tememêtî faîlî meçhul dimîne”

Serokê Komeleya Başbaglarê Mehmet Alî Dîkkaya derbarê qetlîama Başbaglarê de wiha ragihandibû: “Qetlîama Başbaglarê di dîroka Komara Tirkîyê de qetlîama ew ê herî mezin e. Ev qetlîama Başbaxlarê ji qetlîamekî zêdetir qirkirinek e.Niha jî ji ber vê qetlîama ku hatiye kirin hê jî tu kesek nehatine girtin. Hê jî da’wa Başbaxlarê bi tememêtî faîlî meçhul dimîne. Hinek kes ji vê da’wayê re çavê xwe kor kirin û gohên xwe kerr kirin. Ji ber vê yekê divê da’waya Başbaxlarê cardin were vekolandin. Çapemenî Madimakê dibîne lê Başbaxlarê nabînî. Heger mesele şewat be li Başbaxlarê jî 5 kes di nava mala xwe de hatin şewitandin. Herwiha him şewitandin û hem jî dan ber guleyan û wan qetil kirin. Zarokek, pîrekek û 31 mêrik bi şiklekî wahşîyane hatin qetilkirin.

Ji ber vê yekê Başbaglar ne qetlîamek e, qirkirinek e. Lewra mêrikên di camîyê de derxistin û anîn meydana gund û wan şehîd kirin. Tu sûcê van însanên dîndar tunebû û hatin qetilkirin. Qetilkirina van însanên bêzirar, ne ji teref xelqê ve ne jî ji teref çapemenîyê ve nayê rojevê. Ev tişt jî me xemgîn dike. Divê hemû kes bi dengekî mezin ji vê qetlîamê re îtîraz bike. Ez ji vir bang di serî de Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, rayederên hikûmetê dikim. Em dixwazin ku qatilên vê qetlîamê gavek berî gaveke derxin holê. Bila li ser vê da’wayê were rawestin. Û em ji Camîayên îslamî û komeleyên îslamî dixwazin ku bila him li Başbaglarê û him jî bila li temamên misilmanan xwedî derkevin.

Ev qetlîama ku hatiye kirin plankirî bû. Lewra piştî ku ew terorîst qetlîamê kiribûn kaxizekê ‘Heyfa Sîwasê hat hilandin’ danîbûne li ser cinazeyên mirîyan. Ev însanên ku hatin qetilkirin haya wan ji Sîwasê jî tunebû, ji kesî re nekîndar bûn, ji kesî re dijmintî nekiribûn; ev zilma ku li van hatiye kirin ew ê çawa bê îzah kirin. Em însanên mutedeyyîn û bawermend in. Ne em hatin provakasyonê ne jî me kesî provoke kir. Bi vî awayî me lîstikên ku li ser welatên me dihatin lîstandin xera kir. Ez ji Serokkomar daxwaz dikim ku bila ev doza Başbaglarê û qatilên vê qatlîamê diyar bibin. Ez li ser navê xwe û gundîyên xwe ji temamê şehîdên me re ji Xwedê Teala rehmetê teleb dikim.”

“Me kiribû ku dest nimêja mexrîbê bikin ku nevîyê min hat û got ku anarşist li ser gund de girtine”

E.A. yê ku şahidê qetlîamê bûbû dîmenên qetlîamê wiha anî ziman: “Me kiribû ku dest nimeja mexrîbê bikin ku nevîyê min hat û got ku anarşist li ser gund de girtine. Min jî hewl da da ku derîyên xanî dabidim. Dema min kir derî bigirim min dîtin û xwestin ku derî vekim ji wan re. Lê belê min derî ji wan re venekir. Ew jî ji devê derî vegerîyan û çûn. Me jî nimeja xwe kir û diayên xwe dikir. Min ji şibakê dervê nihêrt. Min dît ku cîranê min bi zorê ji mala wî derdixin dervê. Yekî danîn li ber serê cîranê min û hatine mala min, bişidet li derîyê min dan. Me derî ji wan re vekir. Ji me pirskirin ka mêr li mala hane yan tunene. Me bersiva wan da û me got ku tu kes maleyê tuneye. Çawa me wiha got têketin nava hûndir. Dema ku hatin hûndir hinek pereyên min hebûn, min dane wan da ku zirarê nedin me. Rahiştine pereyên lê belê min , bûka min û nevîyê min bi zora sîlehan derxistine dervê. Dema ku em ji malê derketin mala me dane ber agir. Peyde min kaş kirin. Her çiqas min ji wan re got ku ez nexweşim, qet li min guhdar nekirin. Me birin cihê ku pîrekan li hev civandibûn. Derdora me bibombeyan dagirtin. Wekî din jî mal û û erebeyan şewitandin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin