“Eshabê Kîram reçeteya xelasîya vê dema tarî ye”

Ji ber ku meha Mijdarê wek “Meha Eshabîyan” hatîye îlankirin, Weqfa Evîndarên Pêxember jî wek her sal, îsalê jî bi şîara “Stêrkên ku Rêya Me Ronî Dikin” ew ê derheqê jiyana hinek eshabîyan de bernameyan tertîp bike.

Derheqê bernameyên ku tên plankirin bêne tertîpkirin de Serokê Giştî yê Weqfa Evîndarên Pêxember Mele Beşîr Şîmşek daxuyanî da û wî li ser ehemmîyeta fedekarî û mînakbûna eshabîyan balan kişand.

Şîmşek weha got, “Eshabê Kîram, ji me re ji bona ku ummeta Îslamê ji nû ve bike ummeta pêşevan û çêkerên ser rûyê erdê wek mînakên ku bi çavan têne dîtin in. Bi taybetî di vê dewra tarî de, lazimatîya me zêdetirî ji neslên ku xwe bi mînakbûna eshabîyan poşandine û dinyayê îhya û îmar dikin re heye.”

Şîmşek bal kişand ku divê di vê dewra ku sîyonîstan ti hiqûq û însanîyetekî nas nake û hemû zilmên xwe bikartîne de hînbûna jiyana eshabîyan gelek muhîm e. Şîmşek derheqê bernameyên ku bêne tertîpkirin de jî van agahîyan da:

“Di vê çarçoveyê de me îsal sehabe Saîd Bîn Zeyd ku di emrê xwe yê ciwantîyê de bûye Misilman, ji bo Îslamê dûçarê hemû zilm, tehdayî û îşkenceyê bûye û jiyana wî jî bi cîhad û micadeleyê derbas bûye û Ummu Gulsuma Pîreka Hezretî Osman kirîye nav bernameya xwe. Em wek Weqfa Evîndarên Pêxember, sehabîyên Resûlê Xwedê wek reçeteya xelasîyê ya ji tarîtîya vê çaxê dibînin. Ji bo azadîya hemû erdnigarîya Îslamê bi taybetî azadîya Xezze û Libnanê ji her demî zêdetir lazimatîya me ji reçeteya eshabîyan re heye.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Meletîyê qeza: 2 birîndar
Li 22 bajaran operasyona DAÎŞê hat lidarxistin: 182 binçavî
Li Qazaxistanê balafira rêwîyan ket xwarê
8 jê giran 26 birîndar
HUDA PARê ji destheqê kêmtirîn re bertek nîşan da