Evîn Kom Yesaxa Tesetturê Protesto Kir

Evîn Kom a Batmanê, bi beyanatek medyayî, yesaxa tesetturê protesto kir.

Komela Evînê a Batmanê, bi beyanatek medyayî, yesaxa tesetturê protesto kir. Serekê komelê Mehmet Elî Ortaç û wezîfedarên komelê, di heyama xwendina beyanatê de amade bûn.

Xwendina beyanatê, ji teref sekreterê giştî yê komelê Omer Kurul ve hat xwendin. Omer Kurul wiha beyan kir “Bi vê tetbîqatê, çiqas mexdûriyet û mehrûmiyet qewimîne. Goya wê hikûmeta AKPê, ji van mexdûriyet û perîşaniyetan re biba hêvî û çare. Lê mixabin bi rêziknama kinc û qilafetê, hikumeta AKPê jî, bûye barê li ser baran, derdê li ser derdan.”

Kurul xeberdana xwe wiha dewam kir “Meseleke din jî, perwerdehiya têkel e ku, qîz û xort di nav hev de dixwînin. Nexasim bi teşwîka rêzefîlmên televîzyonê, di mekteban de di nava qîz û xortan de, têkiliyên xerab diqewimin. Van xerabiyan ketiye dibistanên pêşîn jî. Ne Xweda ne jî musluman, ji van xerabiyan ne razîne. Divê tesettur li her derê serbest be, û dev ji tehsîla têkel bê berdan.” (Bangaheq)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Dernek Faaliyetleri Haberleri

Umut Kervanı 2023 yılında 105 milyon liradan fazla yardım ulaştırdı
Avrupa Yetim Eli'nden dünyanın en yoksul ülkesinde nakdi yardım
Yetimler Vakfı’ndan hayırseverlere çağrı
Allah rızası için elimizden gelen her şeyi yapmaya çalışıyoruz
Yetimlerle dayanışma gecesi düzenleyecek