Evîndarên Pêxember: Divê hebûna rejîma sîyonîst, Emrîqa û Rojavayê li erdnigarîya Îslamê dawî bibe

Di daxuyanîya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Heta ku meseleya Fîlîstînê çareser nebe ne mimkine ku meseleyên erdnigarîya Îslamê çareser bibin.

Weqfa Evîndarên Pêxember ji roja destpêka êrîşên li dijî Xezzeyê heta niha her hefte piştî nimêja Înê daxuyanîya çapemenîyê li dar dixe.

Di daxuyanîya vê hefteyê de bal li ser drama însanîyet û êşên ku li Fîlîstînê têne kişandin hat kişandin.

Daxuyanîya çapemenîyê li ber Camîya Dîclekentê ji teref Habîp Akdogan ve hat xwendin.

Akdogan ji axavtina xwe re bi ayeta “Bêguman ew ên kafir bûne û (bi berdewamiya li ser kufrê) zilm kirine, Xwedê hîç li wan nabore û tu rêyê bi ber wan naxe… Ji bilî riya dojehê (cehnemê) ku ew dê heta bi hetayê tê de bimînin. Ev kar li ber Xwedê pir hêsan e.” (Nîsa 168-169) dest pê kir û weha berdewam kir, “Ji ehlê wijdan ku ji zilma li Xezzeyê re bêdeng nemaye û di sefên mezluman de cîhê xwe girtîye re silav be. Ji xelkê me yê ku dilê wan şewitîye û li vê derê kom bûne re silav be. Ji wan kesên ku ji zilmê re bêdeng nemane û li hember zilmê sekinîne re silav be. Silav û rehmeta Xwedê li ser we be.”

“Herî kêm 40 hezar xûşk û birayên me hatine qetilkirin”

Akdogan, “Endamên çapemenîyê yên biqîmet, xelkê me yê mihterem, xûşk û birayên min ên bi qîmet! Dîsa em di rojekî Înê de kom bûne û civîyane. Ji ser destpêka qirkirina li Xezzeyê heta niha 8 meh derbas bûn. Di vê demê de rejîma sîyonîst wextekî jî ji qirkirina xwe re navberê nedaye. Her roj li wê derê qetlîamekî tê kirin û em jî ji wê qetlîamê re dibin şahid. Di nav heft mehê dawîn de piranîya wan zarok û pîrek herî kêm 40 hezar xûşk û birayên me yên mezlum, ji teref sîonîstên Nazî ve hatine qetilkirin. Bi sedhezaran xûşk û birayên me hatine birîndarkirin. Li Xezzeyê bi sedan camî, dêr, xanî, dibistan û nexweşxane hatine xerakirin û wêrankirin. Rejîma terorê ya sîyonîst, di wehşeta xwe ya ku li Xezzeyê lidardixe de tenê Fîlîstînîyan hedef nagre, ew wijdana hemû însanîyetê hedef digre. Îro hemû însanîyet ku zimanê wî, dînê wî û rengê wî çibe ferq nake li cem sefên Fîlîstînê sef digre.”

“Divê di dadgehên Tirkîyeyê de tehqîqat bêne destpêkirin”

Akdogan, “Îro daxwazîya hemû însanîyetê di mehkûmkirina rejîma îşxalê ya di Dadgehên Ceza yê Navneteweyî de gihaştîye hev. Em Doza ku ji teref Komarîya Efrîqaya başûr ve li dijî çeteyên sîyonîst û serokên terorê hatine destpêkirin di nêz de dişopînin. Ji bona ku dozekî ewakî li Tirkîyeyê jî dest pê bike şert û merc hatine cîh. Dadgehên Tirkîyeyê jî ji bona ku rejîma terorê û serokên terorîstan mehkeme bikin bi sedan şîkayet û serlêdanan girtine. Divê bi lez û bez dadgehên Tirkîyeyê dest bi kar bikin û derheqê serokên çeteyan de dozan vebikin. Çiqas roj li ser vêya derbas bibe ev wexta ku derbas dibe li dijî wijdana însanîyetê teref digre.”

“Xelkê herêmê di kamilbûna çareserkirina pirsgirêkên xwe de ne”

Akdogan di berdewama axavtina xwe de weha got:

“Rawestandina bazirganîya bi rejîma sîyonîst re biryareke ku mirovan kêfxweş dike ye encax tetbîqkirina vê biryarê û şopandina wî divê bi zelalî be. Ji gotinên ku di rêyên dinê de bazirganî berdewam dikin re jî divê rayedar bi lez û bez derkevin ser ekranan û ji mirovan re daxuyanîyên ku wan tetmîn bikin bidin. Îro li Fîlîstînê êş û janên ku terîfa wan tineye tê jîyandin. Di serî de Emrîqa û welatên dinê di meseleyên Fîlîstînê de polîtîqayên bêhesab dikin. Sîyonîstên ku dûçarê leneta Xwedê bûne jî van qewetan digre pişta xwe û li ser axên Fîlîstînê hebûna xwe ya xeyrî meşrû didomîne. Heta ku hebûna xeyrî meşrû yê rejîma îşxalê li ser axên Fîlîstînê neyê dawîkirin meseleya Fîlîstînê nayê çareserkirin. Û heta ku meseleya Fîlîstînê jî neyê çareserkirin ne mimkine ku pirsgirêkên erdnigarîya Îslamê bê çareserkirin. Divê hebûna rejîma sîyonîst, Emrîqa û Rojavayê ya li erdnigarîya Îslamê dawî bibe. Xelkê herêmê di kamilbûna çareserkirina pirsgirêkên xwe de ne. Divê alemekî Îslamê yê ku pirsgirêkên xwe bi serê xwe çareser bike; hedefa ewil a xelkên Tirk, Kurd, Faris û Ereban be. Ji bona vêya jî divê bi lez û bez ji çem heta behrê Fîlîstîn azad bibe. Fîlîstîna azad, ew ê bibe çîmentoya erdnigareyeke Îslamî ya Azad.”

“Divê Derîyê Sînora Refahê bi lez û bez bê vekirin”

Akdogan weha axavtina xwe domand, “Digel ku HAMAS agirbestê qebûl kirîye, îşxala nazî ya sîyonîst, li ber çavê dinyayê dîmena harbûn û adîtîyê nîşan dide û bi vê şeklê rêya tunekirina xelkekî ji xwe re bijartîye. Ev hereketa rejîma sîyonîst, hereketa Nazîyê jî nade lêgerînê. Ev rewş ne ku gerek Xezzeyê tenê, divê Emrîqayê, Ewrupayê û hemû kesên ku cenewera sîyonîst beslî dike bitirsîne. Di navbera armanc, hedef û stratejîya Hîtlerê ku hemû dinyayê wek koleyan didît û rejîma sîyonîst de tu ferqeqî tineye. Ev cenewera ku we bi destê xwe beslî kirîye ew ê di demeke kin de berê xwe bide we û bi we vede. Ji ber vê yekê divê hemû însanên ku eqlê wan li ser serê wan in serê vê cenewarê bipelêxe. Divê ji îşxala Derîyê Sînora Refahê re hemû dinya rabe pîya û ji bona ku korîdora însanî vebibe protestoyan bikin. Divê bi lez û bez derî vebibin, ji xûşk û birayên me yên li Xezzeyê re alîkarî bêne şandin. Ji bona vêya jî divê di serî de Tirkîye hemû dewletên ku xwedîwijdan in em bang li wan dikin ku bila mesulîyetan bigrin û wezîfeyên xwe bicîj bînin.”

“Em hemû xebatên ji bo Xezzeyê silav dikin”

Akdogan di dawîya axavtina xwe de weha got:

“Em protestoyên xwendekarên Zanîngehên di serî de yên li Emrîqayê û hemû dinyayê teqdîr dikin ku ew ji bona ku qirkirina rejîma sîyonîst bê sekinandin wan çalakîyan li dar dixin. Em konvekirin û meşên xwendekarên zanîngehên li Tirkîyeyê jî destek dikin. Di serî de xwendekarên Zanîngehên Tirkîyeyê û hemû xwendekarên zanîngehên dinyayê ku ji bo Xezzeyê protestoyên destekê dikin silav dikin. ‘Bînin bîra xwe; dema Xweda, Îbrahîm bi çend gotinan îmtîhan kir. Vêca Îbrahîm di cih de ew gotin bikar anî. (Xwedê ) Got: ‘Bêguman ez ê te ji bo mirovan bikim rêber (û pêşewa).’ (Îbrahîm) got: ‘(Xwedayê min!) Ji zuriyeta min jî.’ Xwedê got: ‘Soza min (a rêberîyê) nagihîje mirovên stemkar.’ (Beqere / 124.) Em wek Evîndarên Pêxember û HUDA PARê dîsa bang dikin û dibêjin ku; em bi tevî canê xwe, xwîna xwe, malê xwe û ewlad û îyalê xwe li cem Mescîdî Eqsaya ku qîbla me ya ewil e û xûşk û birayên xwe yên Misilman in. Em li cem hemû çalakîyên ku di rêya azadîya Fîlîsîtnê de têne kirin in û destekê didin wan çalakîyan. Em di vê rê de ji hemû fedekarîyan re amade ne. Silav ji xelkê Fîlîstînê re! Silav ji operasyona Tofana Eqsayê re! Silav ji micahîdên Qehreman re! Silav ji berxwedan û vejînê re! Silav û rehmeta Xwedê li ser we hemûyan be.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mamosteyê şehîd ku ji doza xwe tawîz nedaye: Îbrahîm Xoce
493 rê hatin girtin
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 45 hezar û 805an
Li Wanê ji perwerdehîyê re astengîya berfê
Li Mêrdînê berf barîya